Nietzsche: Fîlosofê siberojê û „Fîlosofiya çakûç“

Dîrok: Nîsan 25, 2019, 8:07

Nivîskar: Hosheng Broka

Dîtin: 1457

Nietzsche: Fîlosofê siberojê û „Fîlosofiya çakûç“

 I. Jînenîgariya fîlosofekî „dîn“!

Dema ku mirov autobiographiya Friêdrich Nietzche (1844-1900) di pirtûka wî a bi sernavê „Ha ev e mirov. Çawa mirov dibe çi, ku bixwe ew e“ (Ecce homo. Wie man wird, was man ist, 1888-1889), ku paş mirina wî bi heşt salan hatiye weşandin (1908) dixwîne, mirov bi „fîlosofekî dîn“ re, rû bi rû dimîne: Bi qasî ku Nietzsche „dînê“ fîlosofiyê ye, hewqasî fîlosofî jî „dîna“ wî ye. Giringiya vê pirtûkê wek pirtûka serpêhatiya „navê“ Nietzsche ji wir tê, ku ew berhema wî a dawî ye, ku xwediyê „fîlosofiya çakûç“ têde hem pesnê navê xwe wek „dînê fîlosofiyê“ hem jî pesnê fikir, bîr û ramanên xwe wek „fîlosofiya dînbûnê“ daye.

Nietzsche di autobiographiya xwe de, xwe li aliyekî û dinya tev li aliyê din daniye. Wî, wek „mirovê dawî“ xwestiye bi dengekî bilind û pirr xweser ji hemî mirovahiyê re bibêje: „Ew kî ye“ ; „çawa difikire“ „fîlosofî ji bo wî çi ye“ ; „çima hewqasî eqilmend û hekîm“ e ; „çima hewqasî zîrek e“ ; „çi dihêle hewqasî ew pirtûkên baş binivîse“ ; û „çima hewqasî ew qeder“ e .

Nietzsche di vê autobiographiyê de, wek „hekîmekî baş“, „aqilmendekî baş“, „danerekî baş“ û herweha „qedereke baş“, bêsînor li xwe û li dinyayê mikur hatiye. Ev lixwe- û lihevmikurhatina hekîmane, ji bo Xwediyê „Ecce homo“ ne tenê pêwîstiyek, belê ew herweha berpirsyariyeke dîrokî û wijdanî a mezin e jî. Heta jê hatiye, wî jiyan û fîlosofiya xwe, wek pirtûkeke vekirî, pêşberî mirovahiyê daniye û bi serişkiyeke fîlosofiyane a bêmînak basa navê xwe kiriye, ku „ew kî ye“ û „filanê kurê kîjan filanî ye“ û „fîlosofiya wî çi ye“, daku „dinya di navbera navê wî û navekî din de şaş nebe“ . „Nivîsandin“ ji bo Nietzsche „banga xwezayê“ ye : Bi qasî ku jiyana Nietzsche nivîsandina wî bû, hewqasî nivîsandina wî jî jiyana wî bû. Nietzsche wek fikirnasekî azad çawa sergerdan dijiya, wisa jî sergerdan dinivîasnd. Jiyana wî fîlosofiya wî bû, fîlosofiya wî jî jiyana wî bû.

Ji navnîşana pirtûkê a yekem „Ha ev e mirov“ (Ecce homo) diyar e, ku Nietzsche bi mebest têgeha incîlê (Testamentê) bikaraniyê. Helbet mirovê ku ew bilind basa wî dike, ne „Mesîhê derewîn“ , ne „Xwedayê wî yê „mirî“, ne jî „mirovê wî“ yê „moralnizim“ e, ku exlaqê wî ji „exlaqê koleyan“ e . Nietzsche di têza „Ecce homo“ de, hewl dide ku bibe mirovê xwe bixwe: Ew, ku pesnê xwe hildide mirovê xwe ye, mirovê wî jî ku pesin jê diçin ew bixwe ye. Nietzsche, wek ji autobiographiya wî diyar e, bi xwe pirtûka xwe ye. Ew bi çi û çawa difikirî ew dinivîsand, çi jî dinvîsand ew dikir: Pirtûka wî jiyana wî bû, herwekî çawa jiyana wî jî pirtûka wî bû. Ev yek jî bersiva wê pirsê dide, ku çima basa pirtûk û berhemên xwediyê „Ecce homo“ zêdetir ji nîvê autobiographiya wî girtiye. Nietzsche li seranserî ezmûneya xwe a fîlosofiyane hewl daye, ku xwe di fîlosofiya xwe de û fîlosofiya xwe jî di xwe de, derbibire: Bi qasî ku pirtûkên Nietzsche dişibihin wî, hewqasî ew jî dişibihe wan. Nietsche di vê autobiographiyê de heta jê hatiye ji jor li mirovahiyê temaşe kiriye, daku di serencamê de, bibe „mirovê xwe“ anku „Superman“ yan jî „mirovê bilindtir = mirovê kamil“. Di navnîşana yekem de (ha ev e mirov), ku berê wê li navê „fîlosofekî dîn“ e, ew di kuştina „mirovê Yesus“ de, jidayîkbûna „mirovê xwe“ (supermirov) radigihîne, ku ew jî li vir daner anku ew bixwe ye. Di navnîşana diwem de jî (çawa mirov dibe çi, ku bixwe ew e), ew nasname û taybetmendiya vî mirovê nuh (mirovê dawî), ku tenha ew dişibihe xwe, şirove dike. „Ecce homo“, ku Nietzsche têde bêsînor pesindariya navê xwe wek bavê „hekîmiya çak“, „aqilê çak“, pirtûka çak“ û „qedera çak“ lidardixe, ji her pirtûkeke din bihtir, dikare wek pirtûka jînenîgariya „fîlosofekî dîn“, ku „fîlosofê siberojê“ ye, were binavkirinê. Nietzsche di dîroka fîlosofiyê de, „fîlosofê dîn“ yê bêrikaber e: Bi qasî ku ew di fîlosofiyê de, bi fîlosofiyê û li ser fîlosofiyê „dînbûye“, hewqasî fîlosofî jî bûye „dîna“ wî.

II. „Dînê fîlosofiyê“ û fîlosofiya aqil

Di dîroka fîlosofiyê, çi a kevin (çerxên girîkî û navîn), çi jî a nuh de, Nietzsche wek „fîlosofekî dîn“, navê herî hêjayî eşqa fîlosofiyê ye. Bi gotina Nietzsche ne tesaduf e, ku „di hezkirinê de hertim hindek ji dînbûnê heye. Di dînbûnê de jî hertim hindek ji aqil heye“ . Bi qasî dînbûnê di hezkirinê de, hewqasî aqil jî di dînbûnê de heye; bi qasî ku berê hezkirinê dînbûn e, hewqasî berê dînbûnê jî aqil e: Ne hezkirina bê dînbûn heye, ne jî dînbûna bê aqil; ne dînbûna bê hezkirin heye, ne jî aqilê bê dînbûn.

Bi lêkolînên Paul-Michel Foucault (1926-1984) re, yên derbarê „dîroka dînbînê“ (1961) de , „dînbûn“ wek rûyê dîtir yê aqil, bi xurtî derbasî fîlosofiya rojavayî bû. Foucault di kolana „dîroka dînbûnê“ de, li seranserî bihtir ji çarsed salî ji dîroka aqilê Europayî, hewl dide ku darizandina aqilê rojavayî di „dadgehên dînbûnê“ de, lidarbixe. Dînbûn ji bo Foucault ne li derveyî aqil e, belkû ew pareke mezin ji aqil bixwe ye: „Di her aqilekî de dînbûnek heye“.

Dînbûn di bîra Ewropa klasîk de, „dija aqil“ bû; „dîn“ jî „diminên“ „aqilmendan“ bûn. Ji dawiya sedsala XVIII û pêde êdî dînbûn di berhemên „dînên“ wek Friedrich Hölderlin (1770-1843), Nietzsche, Gerard de Nerval (1808-1855) û Antonin Artaud (1896-1948) de, hate derbirîn . Li gorî Foucault ne dînbûna li derveyî aqil heye, ne jî aqilê li derveyî dînbûnê: Dînbûn ne „xişîmî“ belê zaniyarî bixwe ye. Bi qasî ku dil dibije zanyariyê, hewqasî dil dibije dînbûnê jî. Foucault di „dînbûna“ „dînên hekîm“ de pesnê aqil daye, herwekî çawa di aqilê wan de jî pesnê dînbûnê daye. Bi gotina fîlosofê Dänmarkî Soren Kierkegaard (1813-1855) eger „di navbera dînbûn û bilîmetbûnê de, tenha mûyekî pirr zirav hebe“, naxwe dê Nietzsche „dînê herî fîlosof“ û „fîlosofê herî dîn“ be. Nietzsche wek „mirovê siberojê“ ne tenê „dîn“ jiya ye, belê wî dînbûn wek „zanyarî“, bi aqil û di aqil de nivîsandiye jî. Wî ne tenê dînbûn di aqil de, belê aqil jî di dînbûnê de xwendiye û di navbera herduyan de fîlosofî kiriye. Di „dîroka Foucault“ de, ku di serî de „dîroka dînbûnê“ ye, aqil yekemîn car, li jêr „çakûçê dînan“ û di „dadgeha dînbûnê“ de hate mehkûmkirinê. „Dînbûn“ piştî Foucaultismê êdî nema wek „dij“ yan jî „dimina“ aqil, belkû wek aliyê dîtir yê aqil û aqilmendan, hate xwendin û şirovekirinê.

Nietzsche yek ji „fîlosofên dîn“ yên herî li pêş bû, ku Xwedê wek „aqilê gerdûnê“, yekem car bir dadgehê û ew bi aqilê wî yê „bêhempa“ mehkûm û tawanbar kir. Di fîlosofiya Nietzsche de, Xwedê wek „afrênerekî asmanî“ afrênerê herî „bêaqil“ e: Ne aqil di Xwedê de heye, ne jî Xwedê di aqil de; ne „vîna dahêneriyê“ Xwedê ye, ne jî Xwedê „vîna dahêneriyê“ ye : Li kuderê Xwedê dibe, dahênerî tune dibe. Aqil jibo Nietzsche ne „goleke sekinî“ û „genî“ ye, belkû çem e diherike. Aqil ne „pût“, ne „Logos“ ne jî „lahût“ e: Aqil ne Xweda belê xweza ye. Aqilê ku Nietzsche wî ji mirovê xwe re û mirovê xwe ji wî re dixwaze, ne „aqilekî sekinî“ belê „aqilekî livdar“ e. Aqil di sê gorankariyên mezin re derbasbûye: „Di gorankariya yekemîn de aqil bû deveh, di a diwemîn de bû şêr, di a sêyemîn de jî bû zarok“ . Mebesta Nietzsche ji „aqilê zarok“, yan jî aqil ku dibe „zarok“ ew e, ku aqil wek dahêneriyeke bêsînor û bêrî li bêrîbûna wî a destpêkê vegerîne. Aqilê herî „bêrî“ û dahêner, ku karîna wî li ser „xirabkirinê“ bi qasî karîna wî li ser „avakirinê“ ye, aqilê ji zarokan heta bi zarokan e. Zarok „vîna dahêneriyê“ a herî resen e . Her zarokek afrênerek bi serê xwe ye. Zarok, bêrîbûn, jibîrkirin û xwenûjenkirin e. „Ew dolabê ku xwe bi xwe dizîvirînê ye“ : Ew, çiqasî xwe ji bîr dike, hewqasî xwe nûjen dike; çiqasî xwe nûjen dike, hewqasî dahêneriyê dike. Fîlosofiya Nietzsche wek afrîdeyekî azad, berî her tiştî, fîlosofiya aqilê azad e, ku bingeha mirovê azad, bîreweriya azad, bîrkirina azad, hebûn û bûneweriya azad, raman, hizir, bîr û raya azad e. Nietzsche bi çavên „nexweşan“ li her „saxlemiyekê“ temaşe kiriye, bi pirsa fîlosofiyane guman bi her tiştekî „kamil“, „tekûz“ û „reha“ kiriye, û li jêr çakûçê „fîlosofiya dînbûnê“ jî „fîlosofiya aqil“ rexne kiriye. Fîlosofiya Nietzsche di serî de fîlosofiya azadiyê ye: Azadiya her tiştî di her tiştî de; azadkirina her tiştî jî ji her tiştî. Bi qasî ku dînbûn di Nietzscheanizmê de wek rêgeheke azadiyê, „aqilekî livdar“ e, hewqasî aqil jî „dînbûneke livdar“ e. A rast; bi qasî ku dînbûn hem „hezkirineke livdar“, hem jî „aqilekî livdar“ e, hewqasî hezkirin û aqil jî „dînbûnek livdar“ in. Nietzsche fîlosofê azadiyê ye du caran: Carekê di fîlîsofiya dîbûnê de ku „aqilê livdar“ e, a din jî di fîlosofiya aqil de, ku „dînbûna livdar“ e.

Berdewam dike..


Parve bike:

Gotarên Navdar

Nietzsche: Fîlosofê siberojê û „Fîlosofiya çakûç“

 I. Jînenîgariya fîlosofekî „dîn“! Dema ku mirov autobiographiya Fri&ec   

Nîsan 25, 2019

Fîlosofî Ci ye?

Fîlosofî çi ye? I Hosheng Broka Fîlosofî û jiyan I Dema ku basa fîlosofiy   

Adar 6, 2019