Fîlosofî Ci ye?

Dîrok: Adar 6, 2019, 9:10

Nivîskar: Hosheng Broka

Dîtin: 742

Fîlosofî Ci ye?

Fîlosofî çi ye? I

Hosheng Broka

Fîlosofî û jiyan I

Dema ku basa fîlosofiyȇ di jiyana rojane de tȇ kirin, di cî de refikên pirtûkxaneyan yên dirȇj, mezin, mişt û dagirtî bi pirtûkên qalind, tȇ bîra piraniya mirovan. Ev tê wȇ wateyȇ ku fîlosofî, di bîreweriya giştî a mirov de, tenha wek "pirtûkeke bilind" a "mirovȇn bilind" û "bijarte" di refik û çekmaçeyȇn zanko û dibistanȇn bilind de, cî girtiye.

Eger fîlosofî, li gorî tȇgihiştina piraniyȇ û bîra giştî ev be, naxwa wȇ wateya xwe wek "maka zanistan", "zanyariya giştî", hemîşe zanist, yan hemîşe gerra gerdûnwerî a li xweza, Xweda û mirov, ji kuderȇ stendiye?

Heta ku fîlosofî wek xwendina bilind li xwendegehȇn bilind were famkirin, mirov nikare ne wateya jiyanȇ di fîlosofiyȇ de, ne jî wateya fîlosofiyȇ di jiyanȇ de fam bike. Rê, bi qasî ku ji jiyanȇ diçe fîlosofiyȇ, hewqasî rê ji fîlosofiyê jî diçe jiyanê.

Famkirina wateya jiyanȇ, ji famkirina wateya fîlosofiyȇ bi xwe ye. wekî din jî helbet rast e. Jiyan û fîlosofî bi hev re dibin; bi hev re mezin dibin; bi hev re radibin û rûdinin; bi hev re digirîn û dikinin û bi hev re jî watedartir didbin. Bi qasî ku fîlosofî wateya xwe ji jiyanȇ werdigire, hewqasî jiyan jî wateya xwe ji fîlosofiyȇ werdigir e. Wate jî, li vir, ne yek belȇ pirr e.

Rast e, fîlosofî wek "xwendineke bilind" di xwendegehȇn bilind de, tȇ çȇkirin, analîzekirin û şirovekirin, lȇ ya ji vȇ wȇdetir fîlosofî-bi-watekirin e. Wateya fîlosofiyȇ jî ancix di wateya jyainȇ de; jiyana rojane a mirov de, were famkirin. Fîlosofî ne tenȇ çȇkirina tȇgehan e, belȇ ew gerra bȇdawî a li wateyan e jî: Wateya hebûnê, Xweda, mirov, xweza, zanyarî û şaristaniyê...htd. Fîlosofî, wek pirsyariya ezelî û berdewam, ne tenȇ gerra ezelî a li wateyȇ ye, belkî ew wate bi xwe ye; ew hem çȇkirina wateyȇ ye, hem jî çȇjwergirtina ji wateyȇ ye.

Li vir, ku basa jiyanȇ bi fîlosofiyȇ re, yan di fîlosofiyȇ de tȇ kirin, bas di serî de basa jiyanȇ wek "wate" ye. Pirsa jiyanȇ wek nirxekî herî bilind, di fîlosofiyȇ de, berî her tiştî, pirsa wateyȇ ye.

Dema ku em basa nirxȇ jiyanȇ dikin, anku em basa wateya jiyanȇ di bilindiyȇ dikin. Ha li vir, di pirsa wateya jiyanȇ de, wek nirxekî bilind, mirov dikare pirsa wateya fîlosofiyȇ jî bilind bike.

Jiyan ji bo fîlosofiyȇ çiqasî giring be, fîlosofî ji bo jiyanȇ hîn giringtir e. Jiyan bi fîlosofiyȇ çiqasî xweşik be, fîlosofî bi jiyanȇ hîn xweşiktir re. Fîlosofî çiqasî dikare bersiva wateya jiyanȇ bide, jiyan hîn bihtir dikare bersiva wateya fîlosofiyȇ dide.

Fîlosofî, bi vê wateyê, ne pirtûka mirinê a girtî li ser refikan e, belkî pirtûka jiyanȇ a bi guman û berdewam vekirî, li ser destan, li ber çavan û li ser piyan e.

Fîlosofî ne gotinȇn qelew, ne jî pirtûkên qalind yȇn di zikȇn pirtûkxaneyan de razayî ne, belkî berûvajî vȇ yekȇ, her ku em basa jiyana xwe, rabûnûrûniştina xwe, wataya hebûna xwe dikin, hingî em fîlosofiyȇ dikin.

Gelo fîlosofî çi ye?

Piştî mirov wek bûnewerekî bîrewer dibe, tûşî gelek pirsȇn sade lȇ mezin û bȇ bersiv dibe: Mirov çi ye; kî ye; jibo çi ye; berê wî li ku ye? Pirsa wateya hebûnȇ; gerdûnȇ; Xwedȇ, mirov û xwezayȇ; pirsa Xwedȇ di mirov de, herweha mirov di Xwedȇ de; pirsa Xweda wek xweza û herweha xweza jî wek Xweda û gelek pirsȇn din, mirov bi wan re rû bi rû dibe. Ev pirs, heta bi vir, wek pirsȇn bûnewerî, helbet pirsȇn hemî mirovan e, lȇ dema ku ew wek mijûlbûneke metodane, yan jî fikirkirineke rȇbazane rû dide, hingî mirov dikare wȇ wek fîlosofî, fîlosofîkirin yan jî fîlosofîçȇkirin bi nav bike. Metodkirin jî, berî her tiştî, danasînkirin, şirovekirin, analîzekirin, syntetîzekirin, konkretîzekirin û abstraktîzekirin e.

Fîlosofî berî her tiştî pirsa berdewam a di jiyanȇ de, li jiyanȇ ye; ew pirsa bȇ navber a di hebûnȇ de li tunebûnȇ û di tunebûnȇ de jî li hebûnȇ ye. Fîlosofî di serî pirs e; pirsa bûnewerî, herî mezin û dirȇj, a di navbera hebûn û tunebûnȇ de ye; pirsa li mirov; li xweda û li xwezayȇ ye. Fîlosofî ne yeqîn, belȇ guman e; gumana bi her tiştî di her tiştî de ye. Ew ne sekin, lȇ herikîn e; ne licihmayîn lȇ guherîn e, ne avakirin lȇ herfîn e.

Fîlosofî ne rastî, belȇ gerra ezelî a li rastiyȇ ye.

Ew gerra ji pirsȇ heta bi pirsȇ, di her tiştî de, li her tiştî ye.

Fîlosofî hem gerr e, hem jî gurover e: Ew gerra li mirov e, di mirov de, ku gurover e.

Ew gerra li Xwedȇ ye, di Xwedȇ de, ku gurover e. Ew gerra li xwezayȇ ye, di xwezayȇ de, ku gurover e.

Ew gerra li jiyanȇ ye, di jiyanȇ de, ku gurover e.

Fîlosfofî, mîna jiyanȇ gurover e:

Ew gurover bi pirsȇn gurover li jiyanȇ digere û gurover bi pirsȇn gurover, careke din, li jiyanȇ vedigere.

hoshengbroka@hotmail.com


Parve bike:

Gotarên Navdar

Nietzsche: Fîlosofê siberojê û „Fîlosofiya çakûç“

 I. Jînenîgariya fîlosofekî „dîn“! Dema ku mirov autobiographiya Fri&ec   

Nîsan 25, 2019

Fîlosofî Ci ye?

Fîlosofî çi ye? I Hosheng Broka Fîlosofî û jiyan I Dema ku basa fîlosofiy   

Adar 6, 2019